Li Mûşê romorka traktörê wergeriya: Kesek mir, 23 kes birîndar bûn
Li navçeya Kopê (Bulanık) a Mûşê, di encama wergerîna romorka traktörê ku kesên diçûn seyranê vedihuguhastin de qeza çêbû; di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 23 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Kop-Gimgimê (Bulanık-Varto) li derdora Kaniya Bûkê (Gelin Çeşmesi) çêbû.
Romorka traktörê ku nasnama ajokarê wê hîn nehatiye diyarkirin, di dema çûnê de wergeriya.
Li ser agahdarkirinê tîmên Tenduristiyê yên Lezgîn 112, cenderme û îtfaîye bo cihê bûyerê hatin sewqkirin.
24 kesên di qezayê de birîndar bûn û piraniya wan ji zarokan pêk dihatin, bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kopê.
Ji birîndarên ku hatin tedaviyê, yek tevî hemû midaxele yên bijîşkan (doxtoran) jiyana xwe ji dest da.
Hat hînbûn ku tedavîkirina 23 kesên birîndar berdewam dike.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.