Li Mûşê Şer
2 Pkkyî Hatin Kuştin
Xeberan diyar kir ku do li Mûşê, li çola gundê Zikreşê, di navbera esker û mensûbên PKKê de, şer qewimî. Di şer de 2 PKKyî hatin kuştin. Yek jî hat girtin. Tê gotin ku mensûbê teslîm buye, bi navberkariya malbata xwe, xwe berdestî eskeriyê kiriye. Waliyê Mûşê diyar kir ku operasyon dewam dike.
Hat îddîa kirin ku do nêzî qereqola Sitaşina ku 8 esker lê hatibûn kuştin, nêzî 300 kîlo malzemên teqînê hatiye dîtin. Ev çend sal e ku ewqas teqemenî nehatibû binerd kirin.
Li aliyê din, li bajarê Kîlîsê, tevgerîna eskeriyê didome. Konvoyek eskeriyê ya bi 12 wesaîtan, ji İntabê sewkî Kîlîsê bû. Di nav wan de tanqek, cîhazên jammarên ku sînyalan dibirin jî hene. Piştî qirîza teyara xistî, ev sewkiyat û tevgerîn, nêzî sînorê Sûriye dewam dike. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.