Li navçeya Erxenê ya Dîyarbekirê qamyonetek û motorsîkletek li hev qelibîn: 1 mirî, 1 birîndar
Li navçeya Erxenê ya Dîyarbekirê, di lihevqelibîna qamyonetek û motorsîkletekê de kesek mir û kesek jî bi giranî birîndar bû.
Qeza, li ser rêya Erxenîyê, nêzîkî taxa Ahmetlîyê qewimî.
Wesayîta ku nasnameya şofêrê wê hêna jî nehatiye diyarkirin, li motorsîkletê ku ji hêla S.K. ve dihat ajotin qelibî. Di encama qezayê de şofêrê motorsîkletê S.K. û rêwîyê wê M.C. (27) ji motorê pekîyan.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Ekîbên tenduristî yên ku cihê bûyerê lêkolîn kirin, tespît kirin ku M.C. canê xwe ji dest daye. S.K., şofêrê motorsîkletê ku di qezayê de bi giranî birîndar bûbû, bi ambulansê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenê re hat rakirin û tê dermankirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.