Li navçeya Licê ya Diyarbekirê qeza: 2 mirî, 1 birîndar

Li navçeya Licê ya Diyarbekirê qeza: 2 mirî, 1 birîndar

Li navçeya Licê ya Dîyarbekirê wesayîtek ji ber ku ajotinek talûke bi karanît li tirekî qelibî û qeza kir. Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, şofêrê tirê jî birîndar bû.

Qeza, di saetên êvarê de li gudê Korxa ya Licê qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta ku hêj plaqeya wê nehat hînbûn, ji ber ku bi şekleke talûke şofêr wesayîtê ajotîye li tira ku ji alîyê berevajî dihat qelibî. Wesayît bi tesîra li hev qelibînê ji rê derket û ket nav erd.

Li ser xeberdayîna gundîyan ji herêmê re ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de şofêrê tirê birîndar bû û bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hat rakirin.

Cenazeya du mirovên ku canê xwe ji dest dan jî ji bo bêne otopsîkirin ji morgê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.