Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qezaya zincîrî ya trafîkê: 1 birîndar
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, di qezaya zincîrî ya trafîkê de ku 3 tanker tevlî bûn de kesek birîndar bû.
Qeza, li ser Rêya Rêbeja İpekê ku li derdora gundê Torî (Duruca) ya li ser navçeyê ye çêbû.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, 3 tankerên ku ji aliyê Cizîrê ve diçûn arasteya Nisêbînê û nasname û plaqeyên ajokarên wan hîn nehatine hînbûn, ji ber sedemek ku hîn nehatiye diyarkirin li hev qelibîn.
Di qezayê de ji ajokaran ajokarek di wesayîtê de ma û birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, îtfaîye û polêsan bo cihê bûyerê hatin sewqkirin.
Ajokarê ku di wesayîtê de mabû, bi xebata tîmên îtfaîyeyê ji cihê ku lê mabû hat derxistin û teslîmî tîmên tenduristiyê hat kirin.
Birîndar, piştî midaxeleya yekem bi ambulansê hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û hat dermankirin.
Di ber qezayê de çûnûhatin (trafîk) bo demeke kurt bi kontrol hat kirin, piştî ku wesayît hatin rakirin jî trafîk vegere rewşa xwe ya asayî.
Derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.