Li navçeya Qosera Mêrdînê du wesayît li hev ketin: 1 mirî, 4 birîndar

Li navçeya Qosera Mêrdînê du wesayît li hev ketin: 1 mirî, 4 birîndar

Li navçeya Qosera Mêrdînê, di qezayek trafîkê ku du wesayît li hev qelibîn de, kesek mir û çar kes jî birîndar bûn.

Qeza, doh bi şev li herêma Riya Akdogan a Taxa Gumuşdereyê ya navçeyê qewimî.

Du wesayîtên bi plakayên 55 ARP 58 û 47 MA 5275 li hev qelibîn; navên şofêran nehatin diyarkirin.

Piştî xeberdayînê, ji herêmê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Di qezayê de Abdulkadir K. (74) li cihê bûyerê canê xwe ji dest da, Zubeyîr B., Rojda E., Ahmet B. û Sihem H. birîndar bûn.

Mirovên birîndar piştî dermankirina ewil a li cîhê bûyerê bi amnûlansan ji Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê re hatin rakirin.

Derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.