Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê wesayîtek û motorsîklet li hev qelibîn: 2 kes mirin

Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê wesayîtek û motorsîklet li hev qelibîn: 2 kes mirin

Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, di encama lihevketina wesayît û motorsîkletê de, her du kesên di motorsîkletê de li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.

Qeza, li gundê Qesrîkê a navçeya Şemrexê di saetên êvarê de qewimî.

Wesayît û motorsîkletêk ku hêna jî ajokar û plaqeyên wan nehatine diyarkirin, li hev qelibîn. Di qezayê de P.C. (57) û A.A. (59) ên ku li ser motorsîkletê bûn bi giranî birîndar bûn.

Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin. Piştî tedawîya ewil a li cihê bûyerê, mirovên birîndar Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê re hatin rakirin.

P.C. û A.A. yên ku bi giranî birîndar bûn, digel hemû mudaxeleyên tenduristî yên li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.

Derheqê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.