Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê kesê ku winda bibû piştî 21 saetan hat dîtin
Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê, Amed Eroğlu (18) ê ku ji duh ve agahî jê nedahat girtin, îro hat dîtin.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, Amed Eroğlu ê ku duh li dor saet 21.00an ji mala xwe ya li Taxa Soyluyê ya ser bi navçeyê ve derketibû û wekî winda dihat gerîn, îro li dor saet 17.50an li çoltariya Taxa Serenliyê ya Stewrê li cem şivanekî hat dîtin.
Hat hînbûn ku rewşa tenduristiyê ya Eroğlu ê ku piştî nêzî 21 saetan hat dîtin, baş e.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.