Li navçeya Vartoya Mûşê qedexeya derketina derve rabû

Li navçeya Vartoya Mûşê qedexeya derketina derve rabû

Qedexeya derketina derve ya ku duh li navçeya Vartoya Mûşê hatibû îlankirin îro serê şeveqê hat rakirin.

Li navçeya Vartoya Mûşê ji bona mayînên ku ji teref PKKyîyan ve hatibûn bicihkirin werin îmha kirin derketina derve hatibû qedexekirin. Ev qedexe îro di seat 05.00an de xelas bû.

Di derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Mûşê ve daxuyanîyek hatibû dayîn. Di daxuyanîya ku hatibû dayîn de hatibû diyarkirin ji ber ku kesên PKKyî li navenda navçeyê mayîn bi cih kirine û ji bona ku ev mayîn werin îmhakirin û her  ji bona aramî û ewlehî were saz kirin derketina derve 16ê tebaxê hatibû qedexekirin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.