Li navçeya Wêranşar a Rihayê wesayîtek di bin qamyonê de eciqî: 3 kes mirin

Li navçeya Wêranşar a Rihayê wesayîtek di bin qamyonê de eciqî: 3 kes mirin

Li navçeya Wêranşehîr a Rihayê, di qezayeke trafîkê de, ku qamyonek û wesayîtek li hev ketin, sê kesan canê xwe ji dest dan. Di encama qezayê de wesayît di bin qamyonê de asê ma.

Qeza, li dora saet 4:00ê piştî nîvro li ser rêyeke alternatîf a navçeya Wêranşehir a Rihayê qewimî.

Ji ber hêza lêdanê wesayîtê di bin qamyonê de asê ma û her sê kesên di nav de li cihê bûyerê mirin.

Piştî ku welatiyên ku şahidên qezayê bûn, agahî dan, ji herêmê re ekîbên tenduristî, ewlehî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Ekîbên polêsan li cihê qezayê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin, û piştî lêkolînên li cihê bûyerê cenazeyên sê kesên ku canê xwe ji dest dan birin morgê.

Ji bo diyarkirina sedema qezayê tehqîqatek berfireh hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.