Li Nisêbînê 3 esker jiyana xwe ji dest dan
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbîna Diyarbekirê doh di pevçûnên ku derketin de 3 esker jiyana xwe ji dest dan û 9 esker jî birîndar bûn.
Doh di wextên şeveqê di dema lêgerînên malan de eskerek ji ber teqîna ku pêk hat jiyana xwe ji dest da.Her wiha li nêzî otogarê di dema derbasbûna wesayîta eskeran de teqemeniya ku hatibû bicîkirin hat teqandin.Di encama teqînê de 2 esker jiyana xwe ji dest dan û 9 esker jî birîndar bûn.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.