Li Nisêbînê di teqîna warîlê de karkerek birîndar bû
Li Nisêbîna Mêrdînê dema ku kesek warîla qîrê kaynak dikir bermîl teqîya, di encama teqînê de kesê ku karê kaynakê dikir birîndar bû.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li înşatên TOKÎyê yên ku li Taxa Abdulkadir Paşaya Nisêbîna Mêrdînê dema ku karkerek hewil dida bermîla qîrê kaynak bike, bermîl ji nişka ve teqîya. Di encama teqîna bermîlê de karkerek birîndar bû.
Karkerên ku birîndar bi ambûlansê hat rakirin nexweşxanê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.