Li Nisêbînê hêj mekteb tên şewitandin
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê doh êvarî 2 mekteb hatin şewitandin.
Doh êvarî li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi molotofan êrîş li mekteban hatin kirin û piştî êrîşa ku li mektebê hat kirin re Navenda Piştevaniya Malbatê jî hat şewitandin.
Bûyer doh êvarî di derdora seat 20.00an de li Taxa Dîcleyê pêk hat. Di bûyerê de Dibistana Navîn a Mîsakî Mîllî û li Taxa Kişlayê jî Dibistana Kudekîstan bi molotofan hatin şewitandin.Her wiha Navenda Pişteviya Malbatê ya li Taxa Zeynelabîdînê hat şewitandin.
Ekîbên îtfayê ji bona ku agirê bitefînin çûn cihê şewatê lê êrîşa çekdarî li wan hat kirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.