Li Nisêbînê hinek dibistan hatin asêkirin

Li Nisêbînê hinek dibistan hatin asêkirin

Li Nisêbîna Mêrdînê di hawîrdora ku berîqet hatine sazkirin û çal hatine vedan de 2 dibistan hatin girtin, xwendevanên van her du dibistanan şandin dibistanên din.

Li Nisêbînê di hawîrdora ku berîqet hatine sazkirin û çal hatine vedan de 2 dibistan hatin girtin. Xwendevan dê perwerdehiya xwe di dibistanên din de bidomînin.

Li Nisêbînê gelek xwendevanên ku perwerdehî dibînin ji bo ku di dibistanên din de perwerdehî bibînin hatin kişandin. Ji ber ku pirsgirêka çûnehatê heye xwendekar nikarin biçin dibistanê.

Di van 4 mehên dawî de ji ber bûyeran pirraniyê gel mecbûr ma  koç kir. Di navçeyê de ji ber ku 7 caran derketina derve hat qedexekirin pirranêyê xwendekaran ji ber ku pirsgirêka perwerdehiyê dibînin wan xwendekaran kişandin dibistanên din.

Dibastana Hindekariyê û Hindekariya Navîn ê Qeymeqem Bulent Pekdemîr a ku di Taxa Firatê de ye kişandin Dibistana Hindekariyê Ataturkî. Dibistana Nindekariyê Yavuz Selîmî a ku di Taxa Yenîşehîrê de ye jî kişandin Dibistana Navîn a Navend a ku li ser Kolana Çag Çagê ye. Li ber dibistana ku xwendekarên Sûrî jî tê de ne ji ber ku berîqet hatine saz kirin xwendekarên Sûrî jî nikarin biçin dibistanê. Her wiha hat ragihandin ku melzemeyên van dibistanan hêj jî nehatiye kişandin.  

Ji aliyekê din ve hat ragihandin ji ber diltirsiya ku dê di rojên beriya me de qedexeya deraketina derve zêde bidome gelek xwendekar ji bo ku perwerdehiya xwe bidomînin li bajarên din bicî bûne. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.