Li Nisêbînê ji nû ve çal tên kolan

Li Nisêbînê ji nû ve çal tên kolan

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê hêj qedexeya derketina derve berdewam dike, li navçê her çiqas qedexe berdewam bike jî kesên PKKyî ji nû ve dest bi kolana çalan û danîna barîkatan kirin ku ev yek jî bû sedema dilnerihetîya xelkê.

Li Nisêbîna Mêrdînê berî niha ji bona çalên ku hatine vedan werin girtin û ji bona barîkatên ku hatine danîn werin rakirin derketina derve hatibû qedexekirin.Lê belê her çi qas bi vê aramancê qedexe hatibe îlankirin jî li navçê nêzî 250 çal û barîkat hene ku ev yek jî xelkê navçê dilnirehet û aciz dike. Tê îfadekirin di barîkat û çalan de bi tonan teqemenî hatine bicîkirin.

Xelkê navçê yên ku di navbera du agiran de mane ji naçarî navçê terk dikin. Dikandarên ku ji pevçûnan herî zêde zirarê dibînin diyar dikin ew nikarin deynên xwe bidin û wiha pêde çûn: “Êdî bes e! Dewlet ji bona xendekan bigire tu tişt nekir.Daîm xelk eziyet û cefayê dikêşîne.Em dixwazin demildest ev tengasî û zehmetî werin dawîkirin. Xelk hizûr û aramîyê dixwazê. Ji van bûyeran herî zêde dikandar zirarê dibînin. Esnaf perîşan û şepirze bûne. Em  hêvî dikin ev bûyer berî kêlîkê birawestin. Xwedê Teala zaliman qehr û perîşan bike. Her kî ji van bûyeran re dibe sedem û van bûyeran derdixe  û zilmê li xelkê dike jî qehr û perîşan bike.”

Hemwelatîyan di derbarê mijarê de destnîşan kirin çalên ku berî niha hatibûn vedan hêj nehatine girtin û ev yek jî dibe sedem kesên PKKyî ji nû ve çalan vekin.Hemwelatîyan her wiha diyarkirin kesên PKKyî li Taxa Zeynelabîdîn Zinar çalên nû vedikin  û bi perdeyan sikakan digrin, xelkê ku ji ber zilma PKKyîyan koç dikin destnîşan kirin PKKyî li Taxa Dîcleyê dest dideynin li ser malên wan.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.