
Li Nisêbînê operasyon xelas bûn
MÊRDÎN - Operasyonên ku di 14ê Adarê de li Nisêbînê dest pê kiribûn xelas bûn.
Operasyonê ku di 14ê Adarê de ji bona çalên ku ji teref PKKê ve hatibûn kolan bên girtin hatibû destpêkirin îro xelas bû.
Ji teref Walîtiya Mêrdînê ve di derbarê operasyona ku 82 roj berdewam kir de daxuyaniyek da.Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin 508 barîkat hatine rakirin,52 çal hatine girtin û hezar 213 teqemenî jî hatine îmhakirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di pêvajoya operasyonên ku li Nisêbînê berdewam kirin de 495 PKKyî mirin.
Li navçeya ku operasyon lê bidawîbûn li Mizgefta Şêx Reşît nimêja înê hat edakirin û dû re marketên seyar ên di kontrola polêsan de anîn taxê.Piştî anonsên ku hatin kirin xelk ji bona hewcîtiyên xwe temîn bikin hatin Qada Trafoya li Kolana Sakaryayê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.