Li Nisêbînê pevçûn didome
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di operasyonên ku didomin de polêsekî ji serê xwe hat lêdan û bi şiklekî giran birîndar bû.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di operasyonên ku didomin de polêsekî ji serê xwe hat lêdan û bi şiklekî giran birîndar bû. Her wiha hat idîakirin ku operasyonên navçeyê dê leşkerekî xwedî paye fermandetî bike û walî ji biryarên di derbarê operasyonan de hatiye dûrxistin.
Pevçûnên li navçeya Nisêbîna Mêrdînê çendîn roj in ku didome. Hat ragihandin ku şerê di taxên Dîcle û Firatê de di derdora saetên sibê de tûndtir bûye û hêj didome.
Hat diyarkirin tankên TSKyê têketinê bulwarên Şîrîn û Kanaryayê û topan diavêjin. Hat ragihandin ku 24 saet in top tên avêtin.
Hat destnîşankirin di operasyonên navçeyê de polêsekî ji serê xwe hat lêdan û bi şiklekî giran birîndar bûye. Polîsî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Hat idîakirin ku walî ji biryarên di derbarê operasyonan de hatiye dûrxistin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.