Li Nisêbînê qeza: 2 mirî, 11 birîndar
Li Nisêbîna Mêrdînê wesayîta paleyan qeza kir, di encama qezayê de 2 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Li Nisêbîna Mêrdînê wesayîta paleyan qeza kir. Di encama qezayê de 2 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn. Qeza li Taxa Odabaşiya ku girêdayê Nisêbînê ye qewimî.
Gor agahiyên hat bidestxistin; Yusuf Ak wesayîta bi plaqeya 47 NG 870ê diajot. Yusuf Ak hakimîyeta direksiyona xwe winda kir. Dûvre wesayît teqle avêt. Di qezayê de ajovan Yusuf Ak(55) û Osman Babur (25) mirin. 11 kesên ku di wesayîtê de bûn jî birîndar bûn.
Birîndaran bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Her wiha hat ragihandin ku termê Yusuf Ak û Osman Babur ji bo otopsiyê rakirin mirîxanê.
Cendirmayan di derbarê qezayê de dest bi tehqîqatê kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.