Li Nisêbînê şewata pûş pengizî xeta sînor
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê şewata pûş a ku derket, bi bandora bayê pengizî qada bîmayîn (mayînkirî) a li ser sînorê Sûriyeyê.
Şewat, bi şev li dor saet 00.30'an de li Taxa Qışlayê ya ser bi navçeyê ve, li herêma nêzî sînorê Sûriyeyê derket.
Şewata pûş (ênîş) a ku ji ber sedemeke hîna nayê zanîn dest pê kir, bi bandora bayê di demekî kurt de mezin bû û pengizî qada bîmayîn (mayînkirî) a li ser xeta sînor bû.
Ji ber ku pêtên agir nêzî cihên niştecihbûnê bûn, welatiyên ku li apartmanên derdorê rûdiniştin ketin nava tirs û panîkê.
Li ser agahdarkirinê, gelek tîmên îtfaiyeyê û Wesayîta Destwerdana Bûyerên Civakî (TOMA) sewqî herêmê hatin kirin. Tîman ji bo ku şewat pengizî cihên rûniştandinê nebe, xebateke dijwar dan destpêkirin.
Hat diyarkirin ku şewat hatiye kontrolkirin û ji bo destnîşankirina sedema derketina şewatê lêkolîn hatiye destpêkirin.




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.