Li Pakistanê Camî Hilweşîya

Li Pakistanê Camî Hilweşîya

Li Lahora Pakîstanê banê Camîya Henefîyye hilweşîya. Di encama bûyerê de herî hindik 24 kesan can dan, 16 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Lahora Pakistanê banê camîya Henefîyye hilweşîya.

Li Lahora paytexta Pencabê li herêma DAROGHAWALAyê do di heyama nimêja nîvro de banê camîyê hilweşîyabû û 40 kesê ku nimêj dikirin di binê enqazê de mabûn.

Hat îfade kirin ku di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de cesedên 24 kesan hatine derxistin.

Ji rayedarekî ekîba rizgarkirinê hat beyankirin ku ‘umrê 24 kesên ku candane di navbeyna 15 û 35an de bûne.

Serokwezîrê Pencabê Şahbaz Şerîf, li cîhê bûyerê lêkolîn kir û ji bo malbatên kesên candayî sersaxî xwest.

Li aliyê din Şerîf ji bo ku sedema hilweşînê bê lêkolînkirin û 5 hezar dolar alîkariya ji bo malbatên kesên candayî, talîmat da.

Tê texmînkirin ku sedema hilweşînê ji ber barana pir zêde ye.

cinarinsesi.com

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.