Li Pakistanê Muxalîf Hatin Girtin
Li Pakistanê polîs, ji grûbên muxalîf ên ku li ber hikûmetê protestoyan li dar dixin û gazî ordiyê dikin ku derbeyê bike, 200 kes girtin. Lîderên muxalîf îfade kirin ku bi van girtinan dixwazin wan sertewandî bikin.
Li Pakistanê protestoyên li ber hikûmetê dewam dikin. Grûbên muxalîf gazî ordiyê dikin ku derbeya leşkerî bike. Polîs ji van grûbên muxalîf ên ku gazî ordiyê dikin 200 kes desteser kirin.
Hedîse li cûrbecûr herêmên Îslamabada paytext qewimî. Di nav kesên desteserkirî de kesên ku muzakereyên bi hikûmeta Pakistanê re dimeşînin jî hene.
Hat gotin ku 200 kesên desteserkirî ji dizîya ceyran û avê heta terorîzmê bi sûcên cûda hatine binçavkirin.
Tê îfadekirin ku li Pakistanê her roj hejmara muxalîfan kêm dibe û protestovan bere bere diçin malê.
Lîderên muxalîf Tahîr ul Qedrî û Îmran Xan, di 14ê Tebaxê de li Lahora bajarê li bakurê rojhilatê Pakistanê, alîgir civandibûn û li ber hikûmetê dest bi protestoyan kiribûn. Her du lîderên muxalîf jî li welatên ecnebî jiyîyane.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.