Li Pakîstanê Protesto
Li Pakîstanê ProtestoBi Hezaran Kes Vekirina Riya Îkmala Nato Protesto Kirin
Li gor xeberan hat gotin ku li Pakîstanê, li bajarên Îslamabad û Karaçî, bi hezaran kes, ji ber vebûna riya îkmala NATOyê, meş û protesto li dar xistin.
Di meş û protestoyan de, dijî hikûmet û Emrîka slogan avêtin. Protestovanan xwestin ku riya 7 meh girtibû dîsa bê girtin.
Berdevkê wezareta karên derve Muazzam Han, di civîna xwe ya medyayî ya hefteyî de wiha got “Me ji bo menfîetên mîllî yên îdara Îslamabadê, riya îkmalê ya ji bo hêzên NATOyê yên li Efğanîstanê vekiriye. Em nahêlin ku hêzên NATO û Emrîka, di ser Pakîstanê re sewkiyata sîlehên giran bikin.”
Wekî tê zanîn, Emrîka li gor teleba dewleta Pakîstanê, ji bo 24 eskerên Pakîstanê yên di meha mijdarê de di êrîşa hewayî de hatibûn kuştin, lêborîn xwest. Hikûmeta Pakîstanê jî, riya îkmala NATOyê vekir. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.