Li Palûyê Wîladeta Pîroz hat pîrozkirin

Li Palûyê Wîladeta Pîroz hat pîrozkirin

XARPÊT - Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li navçeya Palûya Xarpêtê bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin.

Girseyeke qelbalix beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz a ku hat tertîpkirin bû.Her wiha Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahîn jî wek axavtvan beşdarî bernamê bû.

Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û bi xwendina Mewlûda Şerîf berdewam kir.

Piştî xwendina Mewlûda Şerîf Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahîn  di derbarê girîngîya mijarê de axavtinek kir.Şahîn di derbarê mijarê de wiha axivî: “Çawa ku Xweda Teala erda ku ji ber dijwariya zivistanê miriye bi biharê zindî dike bi heman awayî dîsa Xweda Teala wê însanetiya ku bi kufr û cehalete rêya xwe şaş kiribû  bi Hz. Muhammed zindî kir. Ji bona ku maneya wehdet û biratiyê bê zanîn pêwîst e ku ji Cezîretul Ereb re bê çûyîn.Divê em biçine berî vê 1400 salî. Wê demê însanetî çawa bû û bi hatine Resûlullah hate haleke çawa.Di navbera însanên wê demê de şer û pevçûn hebû, nêzî 40 salî bi hevdû şer kirin. Xweda Teala ji wan re digel pêxemberê xwe Qur’an, îman û Îslamê şand û di navbera însanetîyê de biratiyê tesîs kir. Ew însanên ku nêzî 40 salî bi hevdû re şer kirin dema ku têketin Îslamê êdî ji hevdû re canê xwe feda kirin. Îro em ketine halekê wiha ku bersiva vê yekê di vir de ye. Qelbên me bûn cûrbecûr.Çawa ku Xweda di Qur’anê de dibêje ‘ Tu zen dike ku ew yek in, lê qelbên wan cûrbecûr in.’ Di qelbên wan de dinya, meqem, pîrek, şehwet û tasub heye. Vaye îro em ketine wî halî.Dilên hinekan ji me bû Kurd yên hinekan bû Tirk û yên hinekan jî bû Faris.Qelbên me bûn cûrbecûr in û yekitiya me belav bû, hêza me winda bû.A niha jî em hevdû qetil dikin.”

Bername di xwedina duayan bi dawî bû.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.