Li Parîsê di bihaya 4,7 milyon euro de şêlandin
Di şêlandina ku li Rîts Otela li navenda Parîsê ye hat kirin de di bihaya 4,7 milyon euro de mucewher hat dizîn.
Hat ragihandin 5 kesên ku rûyên wan nixumandî bûn û di destên wan de kêr û bivir hebûn ketina otela bi navê Rîtzê ya li navenda Parîsa paytexta Fransayê û di bihaya 4,7 milyon euro de mucewher hat dizîn.
Çapemenîya Fransayê derbarê mijarê de destnîşan kir 5 kesên rûyên wan nixûmandî bi ker û bivirên di destên wan de cama maxazê şikandine û di bihaya 4,7 milyon euro de mucewheran dizîne.
Li gor agahîyan ji dizan 3 kes hatine girtin û 2 kes jî revîyane. Derbarê bidestxistina mucewherên ku hatine dizîn de hêj daxuyanîyek nehat dayîn.
Otela bi navê Rîtz a Karsazê Misrî Muhammed Alî Fayed e.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.