Li Perûyê otobûsa rêwîyan gindirî kendalê: 44 mirî
Li Perûya welatê Amerîkaya Başûr otobûseke rêwîyan gindirî kendalê, di encama qezaya ku pêk hat de 44 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Perûya welatê Amerîkaya Başûr otobûseke rêwîyan gindirî kendalê, di encama qezaya ku pêk hat de 44 kes jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku ji pisporan hatine wergirtin li Perûyê tim û tim qeza pêk tên û sedema vê yekê kêmperwerdehî dîtina şofêran e.
Meha borî dîsa otobuseke rêwîyan û qamyonek li hev qelibî bûn û di qezaya ku pêk hatibû de 52 kes jiyana xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.