Li PKKê operasyon: 26 binçavî

Li PKKê operasyon: 26 binçavî

DÎLOK - Li Wanê û Entabê di operasyonên hemwextî yên ku li PKKê hat kirin de 26 kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku li Wanê û Entabê operasyonên hemwextî li PKKê hatine kirin. Di encama operasyonan de 26 PKKyî hatin binçavkirin û 5 dabance û 2 çekên pompeyî hatin bidestxistin.

Gor daxuyaniya ku Waliyê Entabê da ji teref Serdozgeriya Komarê ya Entabê ve di bergeha lêpirsînê ya ku dihat rêvebirin de li bajarên Wan û Entabê ji bo ku gumanbarên li ser navê PKKê çalakî lidar xistine werin girtin lêpirsîn hat destpêkirin.

Di operasyonên hemwextî yên ku li Wan û Entabê hat lidarxistin de 26 kes hatin binçavkirin û li malên van gumanbaran jî lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de 5 dabance, 2 çekên pompeyî û gelek berik, teqemenî û melzemeyên ku di teqemeniyê de tên bikaranîn, 3 kompîtir, gelek hardîsk, telefon sîm qart hatin bidestxistin.

Hat ragihandin ku piştî miemeleyê van kesan dê wan sewqê dadgehê bikin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.