Li Qersê otobusa rêwîyan qulibî

Li Qersê otobusa rêwîyan qulibî

Li Qersê otobusa rêwîyan qulibî, di encama qezayê de 30 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Qersê otobusa ku sefera Stenbol û Azarbeycanê dikir qeza kir û qulibî, di encama qezæyê de 30 kes birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Qersê otobusa ku sefera Stenbol û Azarbeycanê dikir li ser Rêbeja Karakut-Kaxizmanê qeza kir û qulibî, di encama qezæyê de 30 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin exlebeyê kesên birîndar ji eslê xwe Nahçivanî ne û kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Hat ragihandin rewşa rêwîyên birîndar baş e.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.