Li qezaya Qoserê ya Mêrdînê di navbera du koman de şerê bi çekan: 2 mirî, 7 birîndar
Li qezaya Qoserê ya Mêrdînê, di şerê bi çek, kevir û daran de yê ku di navbera du koman de ji ber meseleya rênedanê derket, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.
Bûyer, li ser rêya Nisêbînê, li nêzî Taxa Ilıcakê (Gundê welet) ya gundewar a bi ser qezayê ve pêk hat.
Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, di navbera du komên ku bi wesayîtên xwe diçûn de ji ber meseleya rênedanê nîqaş derket.
Nîqaş di demeke kurt de veguherî şerê bi çek, kevir û daran. Di şer de 9 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Piştî destwerdana yekemîn a tîmên tenduristiyê, birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Ji birîndarên ku hatin dermankirin, 2 kes tevî hemû destwerdanên bijîşkan (doktoran) jî nehatin rizgarkirin.
Cenazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest dan, ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê. Li aliyê din hat diyarkirin ku dermankirina birîndarên din berdewam dike.
Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.