Li Qoser a Mêrdînê ji ber gulebarana li hewayê kesekî jiyana xwe ji dest da: 3 gumanbar hatin girtin

Li Qoser a Mêrdînê ji ber gulebarana li hewayê kesekî jiyana xwe ji dest da: 3 gumanbar hatin girtin

Li navçeya Qosera Mêrdînê, di dema merasîma anîna bûkê (gelin indirme) de, ji ber tefandina fîşekan a li hewayê H. Ç. yê ku li ser şaneşîna (balkon) xwe bû, jiyana xwe ji dest da.

Li Taxa Mezopotamyayê ya ser bi navçeya Qosera Mêrdînê ve, di dema merasîma anîna bûkê de ji ber tefandina fîşekan a li hewayê, kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, di merasîma anîna bûkê de ji aliyê hinek kesan ve fîşek li hewayê hatin tefandin.

Di dema gulebaranê de H. Ç. (76) ê/a ku li ser şaneşîna xwe bû, bi fîşeka ku li bedena wî ket, giran birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendurustiyê û polîs sewqî cîhê bûyerê hatin kirin.

H. Ç. piştî destwerdana yekem (ilk müdahale) birin nexweşxaneyê û xistin bin tedawiyê.

Lê belê H. Ç. tevî hemû hewildanên bijîşkan (doktoran) jî rizgar nebu û jiyana xwe ji dest da.

Tîmên ku derbarê bûyerê de xebat dan destpêkirin, 3 gumanbarên ku wekî fîşek li hewayê tefandine hatine nirxandin, binçav kirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.