Li Qoserê di navbera du koman de şer: 8 birîndar, 9 destserkirî

Li Qoserê di navbera du koman de şer: 8 birîndar, 9 destserkirî

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, şerê bi kevir û dar ku di navbera du grûpan de derket, li nexweşxaneya ku birîndar lê hatin birin jî berdewam kir. Di şer de 8 kes birîndar bûn û 9 kes jî hatin binçavkirin.

Bûyer, êvara duh li Taxa Atatürkê hat holê. Têkoşîna di navbera du grûpan de ku ji ber sedemeke hîn nehatî zankirin derket, di demeke kurt de veguherî şerê bi kevir û daran.

Di şer de; Ö.F.M.(16), F.T.(29), A.S.(18), O.S.(40), B.M.(39), Ö.T.(24), M.T.(31) û T.S.(38) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, gelek tîmên tenduristiyê û polisan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar, piştî müdaxeleya yekem bi ambûlansan hatin veguhastin bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û hatin tedawîkirin.

Piştî ku birîndar hatin veguhastin bo nexweşxaneyê, bi rûbirûbûna merivên aliyan re li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê careke din alozî (şer) çêbû. Polîsên nexweşxaneyê û tîmên cendirmeyan müdaxele li şer kirin û bi zehmetî alî ji hev veqetandin.

Di bûyerê de 9 kes hatin binçavkirin, polîsên hêza çevik li nexweşxaneyê û derdora wê tedbîra ewlehiyê girtin. Hat hînbûn ku xetereya canî ya birîndaran tune ye û di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.