Li Qoserê êrîşa bombeyî li erebeya polêsan hat kirin:24 birîndar

Li Qoserê êrîşa bombeyî li erebeya polêsan hat kirin:24 birîndar

Li ser rêya Îpekyoluya navçeya Kiziltepeya Mêrdînê dema ku erebeya polêsan derbas dibû bombe hat teqandin. Di encama teqînê de 10 jê polês 14 jî sivîl tevde 24 kes birîndar bûn.

Li navçeya Qosera Mêrdînê di derdora seat  21.00an de dema ku erebeya polêsan derbas dibû teqemenîya ku berî niha li ber Camîya Seyda hatibû xefkirin hat  teqandin. Di encama teqînê de  10 jê polês 14 jî sivîl tevde 24 kes birîndar bûn.

Hat hînbûn ku ji ber  teqînê mal û dikanên derdorê zirar dîtin û her wiha ji ber teqînê agir bi malekî ketîye.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin kesên ku birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.