Li Qoserê traktor û otomobîl li hev qelibîn: 4 birîndar
Li navçeya Qosera Mêrdînê, di otomobîla ku li traktorê qelibî û bi lêdana dîwarê xaniyekî rawestiya de 4 kes birîndar bûn.
Qeza, êvara dîtir li Taxa Barışê ya gundewarê ser bi navçeyê ve qewimî.
Otomobîla bi plakaya 44 EB 592 û traktor li hev qelibîn.
Otomobîla ku bi bandora lihevqelibînê pelpiqî, bi lêdana xaniyekî li kêleka rê karî raweste.
Di qezaya ku pêk hat de ji kesên di otomobîlê de; H.E. (14), S.E. (22), A.E. (66) û Z.E. (55) birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, agahvemirandinê û cendermeyan sewqî herêmê hatin kirin.
Birîndar piştî destwerdana yekem bi ambulansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê (Kızıltepe).
Hat hînbûn ku ji birîndarên ku hatine dermankirin rewşa A.E. giran e û der barê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.


Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.