Li Qudsê rageşî
Li Qudsa Rojhilat, bi minasebeta qetilkirina ciwanekî filistînî yê 16 salî, protesto hat rastkirin. Di navbera protestovan û eskerên Îsraîla siyonîst de, rageşî derket. Di hedîseyan de zêdetirî 70 filistînî birîndar bûn.
Bi minasebeta ku ciwanê filistînî Muhemmed Ebdulcelîl Sînokrotê 16 salî, ji aliyê eskerên Îsraîla rejîma terorê ve ewilî ji serê xwe birîndar bûbû û dûre can dabû, li Qudsa Rojhilat filistîniyan protesto rast kir. Di protestoyan de di navbera filistînî û eskerên siyonîst de pevçûn qewimî.
Filistînî li ber mala ciwanê qetilkirî ya li mehela Wadî el-Cewzê civiyan û eskerên siyonîst ên ku dixwestinê midaxela wan bikin dan ber keviran. Eskerên siyonîst jî bi gaz û bombeya deng û fîşekên plastîk êrîşî protestovanan kir. Di hedîseyan de zêdetirî 70 filistînî birîndar bûn.
Rayedarên Hêva Sor A Filistînê beyan kirin ku ji birîndaran 4 kes rakirine nexweşxaneyan, ên din jî li devera hedîseyê hatine tedawîkirin. Bi minasebeta qetilkirina ciwanê filistînî, esnafên Filistînê yên li ser caddeya Selaheddînê, bi rojê derabeyên xwe venekirin. Ehlê mehelê jî li derûdora mala ciwanê Filistînê alayên Hamas û Fetîhê û resmên ciwanê qetilkirî aliqandin.
La’da borî li mehela Wadî el-Cewzê, ciwanê ku diçû nimêja ‘îşayê bi gulleyên eskerên siyonîst birîndar bûbû û paşê şehîd bûbû.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.