Li Rihayê 500 donim erdê çandinî şewitî
Li gundê Humêra ya navçeya Serêkanîya Rihayê di nav erd de şewatek derket, di encamê de 500 donim erdê ku genim çandinî bû şewitî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, şewat ji ber sedemeke ku hêj nediyare derketîye, û di demeke kurt de belavê herêmeke mezin bû.
Agira ku derket, bit esîra bayê belav bû û erdê ku genim çandinîbû şewitî.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîb hatin şandin û bi tevî gel agirê vemirandin.
Ji bo sedema derketina şewatê tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.