Li Rihayê 6 kesên ji IŞÎDê hatibûn binçavkirin hatin berdan
Li Sêwerega navçeya Rihayê 6 kesên bi îdîaya IŞÎDê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
Li Girê Sora (Sîverek) navçeya Rihayê bi îdîaya IŞÎDê operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de 6 kesên hatin binçavkirin piştî îfadeya wan ya sewcîtîyê serbest hatin berdan.
Li Girê Sora navçeya Rihayê ji teref Serdozgerîya Komare di çarçoveya lêpirsînên li dijî IŞÎDê di 30yê Kanûna 2017an de ji teref ekîbên polêsan ve li gelek navnîşanan operasyon hatibû lidarxistin. Di operasyonên hatin lidarxistin de 6 gûmanbar hatin binçavkirin û ji bo pirsyar kirinê biribûn Midûrtîya Emnîyetê ya Rihayê.
Piştî îşlemên gûmanbaran yên Emnîyetê hatin sewqkirin edlîyeyê. Piştî îfadeyê 6 gûmanbarên hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.