Li Rihayê êrîş li wesayîta leşkeran hat kirin: 3 birîndar

Li Rihayê êrîş li wesayîta leşkeran hat kirin: 3 birîndar

RİHA - Hat garihandin ku li navçeya Swêrega Rihayê di dema derbasbûna wesayîta leşkeran de teqîn pêk hat. 3 leşker birîndar bûn.

Li ser Rêbeja Siwêreg-Wêranşarê bombeya ku hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta leşkeran de hat teqandin. Hat rfagihandin ku di encama teqînê de 3 leşker birîndar bûne.

Bûyer nêzê Gundê Munutê ya ku girêdayê navçeya Swêrega Rihayê ye qewimî. Gor agahiyên hatine bidestxistin bombeya ku hat înfilaq kirin di dema derbasbûna wasayîta leşkeran de teqiya. Di ciyê bûyerê de pêşgiriya ewlehiyê hat girtin û leşkerên birîndar bi ambulansan birin Nexweşxana Dewletê ya Swêregê.

Hat ragihandin ku piştî bûyerê li herêm operasyom dest pê kiriye. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.