Li Rihayê tîp teqîya: Birîndarek

Li Rihayê tîp teqîya: Birîndarek

Li navçeya Xelîlî ya Rihayê tîpeka metbexê teqîya, di encama teqînê de kesekî birîndar bû. Ji ber sedema teqînê di xanî de xesara maddî çêbû, 2 wesayît jî zerarê dîtin.

Hat îfadekirin ku teqîn li Kolana 2120emîn a Taxa Devteştî ya navçeya Xelîlî ya Rihayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di encama teqînê de Hamza El Azîzê ku xelkê Sûrîyeyê ye birîndar bû. Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristîyê û ewlehîyê hatin sewqkirin. Mirovê birîndar bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hat rakirin.

Hat hînbûn ku 2 wesayît jî ji teqînê tesîrdar bûn û zerarê dîtin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.