Li Rûsya balafira rêwiyan ket:61 mirî

Li Rûsya balafira rêwiyan ket:61 mirî

Moskova - Balafira ku ji Balafirgeha Dubaî bi hewa ket û diçû Rûsyayê li nêzî bajêra Rostov-ona Rûsyayê ket, di encama ketina balafirê de 61 kes mirin.

Balafirê rêwiyan ya ku ji Balafirgeha Dubaiyê diçû Rûsyayê li nêzî bajêra Rostov-ona Rûsyayê ket, di encama ketina balafirê de 61 kes mirin.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin  balafira bi tîpa Boeîng 737-800 a ku aîdî Fly-Dubaî bû di seat 22.50an de digel 61 rêwiyên xwe  ji bona biçe Rostov-on Rûsyayê bi hewa ket. Balafirê ku di seat 03.50an de ji bona daketinê haziriya xwe dikir ji ber sedemeke ku nayê zanîn ket.Di encama ketina teyarê de tevde 61 kes mirin.Hat ragihandin ji van kesên ku mirine 55 kes hemwelatîyê Rûsyayê ne.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.