Li Rûsyayê Pêşnûmaya Ji Bo Hepsan
Rûsya bi zulm û qetlîamên xwe yên li ser muslumanan tê naskirin. Niha di warê hepsan de li ser pêşnûmayekê hevdîtin tê kirin.
Li Rûsyayê ji bo guhertina di qanûna der barê hepsan de, li ser pêşnûmayekê hevdîtin tên kirin. Tê îfadekirin ku wê pêşnûma herî zêde li ser mehkûmên musluman tesîr bike.
Li gorî pêşnûmayê li Rûsyayê mehkûmên di hepsan de yan jî gumanbarên di binçavan de, eger li ber wezîfedaran bertek û tepkî nîşan bidin, ew ê wezîfedar karibin qeweta fizîkî bi kar bînin û mehkûm û girtî bêtesîr bikin. Di vî warê de wezîfedar dikarin wesaîtên xisûsî û sîlehan jî bi kar bînin.
Li Rûsyayê Parêzerên Heqên Însanan îddîa dikin ku guhertina di qanûnê de, bi sedema ku di hepsan de hejmara mehkûm û girtîyên musluman zêde ye tê kirin.
Ger guhertinên pêşnûmayê bi qanûnê têkevin rewacê, ew ê hereketên mehkûmên musluman ên wek ku bi şev rabin nimêjê, berteka li ber memûran bên hesibandin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.