Li Şemrexa Mêrdînê 5 wesayît li hev qelibîn: 4 birîndar hene

Li Şemrexa Mêrdînê 5 wesayît li hev qelibîn: 4 birîndar hene

Li navçeya Şemrexa Mêrdînê, di qezaya zincîre de ya ku 5 wesayît tê de li hev qelibîn, 4 kes birîndar bûn.

Qeza, li gundê Pîran yê ser bi navçeyê ve pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 4 otomobîl û cipek bi sedemeke ku hê nehatiye zanîn li hev qelibîn. Di qezayê de N.D. (31), E.K. (52), K.K. (31) û A.D. (46) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, îtfaiye û jandarma sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndar, piştî midaxileya yekem bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê.

Hat hînbûn ku rîska jiyanî ya birîndaran nîn e û derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.