Li Semsûrê 2 PKKyî hatin kuştin

Li Semsûrê 2 PKKyî hatin kuştin

Di operasyonên ku duh êvarî li Semsûrê li dijî PKKê hatibûn destpêkirin de 2 kesên ku PKKyî tên îddîakirin hatin kuştin.

Polês û esker duh êvarî  li Semsûrê li gor îxbara ku wergirtibû li dijî kesên PKKyî operasyon dan destpêkirin. Di operasyonên ku hatine kirin de tevde 2 kesên PKKyî hatin kuştin.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin duh êvarî polês û cendirme li heremên ku girêdayî Qeraqola Koçalî ne operasyon kirin. Di operasyonê de bi PKKyîyan re pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 2 PKKyî hatin kuştin. Her wiha hat ragihandin ku 4 PKKyî jî bazdan.

Hat diyarkirin ku di şerê ku derket de 2 esker jî birîndar bûn. Eskerên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.