Li ser rêya Batman-Dîyarbekirê wesayîtek û qamyonek li hev qelibîn: 2 jê giran 4 birîndar
Li çarrêya Akademîya Şofêran a li ser rêya Êlih-Dîyarbekirê, di lihevqelibîna wesayît û qamyonekê de du jê giran çar kes birîndar bûn.
Li çarrêya Akademîya Şofêran a li ser rêya Êlih-Dîyarbekirê, wesayîtekê bi plaqeya 07 AUS 806 û qamyoneke bi plaqeya 48 KL 639 li hev ketin û qezayeke trafîkê çêbû.
Di qezayê de çar kes birîndar bûn û rewşa du kesan jî giran e.
Piştî qezayê ji herêmê re ekîbên AFAD, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndarên ku ji aliyê ekîban ve ji wesayîtê hatin derxistin, bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê re hatin birin.
Hat îfadekirin ku ji birîndaran du kes rewşa wan giran in.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.