Li ser rêya Çinar û Wêranşarê hezaz pêk hat
Li ser rêya Çinar û Wêranşarê hezaz (heyelan) pêk hat.
Li ser rêya bejayî ya ku navçeya Çinarê (Amed) û navçeya Wêranşarê (Riha) bi hev ve girêdide, ji ber barana gur hezaz çêbû. Ji ber ax û zinarên ku ji qulipîna gir daxistin ser rê, çûnûhatina wesayîtan zehmet bû û rê ji bo demekê hat girtin.
Tîmên rêyên bejayî ji bo vekirina rê dest bi xebatan kirin. Rayedaran ji bo hezazên nû yên ku dibe ku ji ber baranê pêk werin, bang li ajokaran kirin ku baldar bin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.