Li ser rêya Êlih-Qubînê qeza: 3 birîndar

Li ser rêya Êlih-Qubînê qeza: 3 birîndar

Li Êlihê tankerek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kes birîndar bûn.

Qeza, li Çarrêya Eskî Çop a ser rêya Êlih-Qubînê qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 06 EGC 862 û tankerek, li çarrêyê li hev qelibîn. Di encama qezayê de 3 kesên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn.

Piştî qezayê ji herêmê re li ser xeberdayîna mirovên derdorê ekîbîn tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar serê ewil li cîhê qezayê hatin tedawîkirin û dûre bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.