Li ser xebera ÎLKHAyê dê wezaret alîkarîya Dapîra Leyla bike
Piştî xebera bi navê “Dapîra Leyla ya ku mala wê şewitî alîkarîyê teleb dike” ya ku ji teref ÎLKHAyê ve hat serwîskirin re Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakêdê ji Dapîra Leyla re alîkarîyê bike.
Ji teref ÎLKHAyê ve di 21ê Çileyê sala 2018an de xebereke bi sernava “Dapîra Leyla ya ku mala wê şewitî alîkarîyê teleb dike” hat serwîskirin. Piştî vê xebera ku hat weşandin re Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê xebat dan destpêkirin da ku ji Dapîra Leyla ya ku mala wê şewitîbû re alîkarî bê kirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin bi talîmata Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê Fatma Betul Sayan ekîbên Midûrtîya Bajêra Mêrdînê ya Polîtîkayên Malbat û Civakê dest bi xebatan kirine û bo ji Dapîra Leyla re alîkarî bê kirin budçeyek hatiye veqetandin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.