Li Şernex û Diyarbekirê 19 PKKyî hatin kuştin

Li Şernex û Diyarbekirê 19 PKKyî hatin kuştin

Ji teref Sererkantiya Giştî ve hat ragihandin li navçeya Sûra Diyarbekirê û li navçeyên Silopî û Cizîra Şernexê 19 PKKyî hatine kuştin.

Ji teref Sererkantiya Giştî ve hat ragihandin li navçeya Sûra Diyarbekirê û li navçeyên Silopî û Cizîra Şernexê 19 PKKyî hatine kuştin.Hat diyarkirin li cihên ku qala wan tê kirin heta niha tevde 575 PKKyî hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya ku hatiye weşandin ji doh heta niha di operasyonên ku hatine lidarxistin de  li navçeya Sûra Amedê 1, li navçeya Silopîya Şernexê 1 û li navçeya Cizîra Şernexê jî 17 tevde 19 PKKyî hatine kuştin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin heta niha li navçeya Cizîrê tevde 337 PKKyî hatin kuştin û her wiha di operasyonên ku hatin kirin de jî  17 teqemenî hatine îmxakiirn, 118 Keleşkof, carcûreke Keleşkofê, 64 fîşekên tifinga nêçîrê, dûrbîneke Kanasê,damenceyek, bîlgîsayarek, alavên tibbî,2 telefon, 3 kartên telefonê hatine bidestxistin.

Her wiha hat ragihandin li Silopiya ku PKKyîyek hatiye kuştin jî  heta niha tevde 136 PKKyî hatine kuştin û di operasyonên ku hatine kirin de jî 64 teqemenî hatine îmxakirin, ,6 Keleşkof, 23 carcûrê Keleşkofê, 1452 berikên Keleşkofê, 3 bombe, muhîmateke roketavêjê, dûrbînek, 2 êlekên şer û maskeya gazê hatine bidestxistin.

Di dawîya daxuyanîyê de hat diyarkirin li navçeya Sûra Amedê ya ku heta niha lê 102 PKKyî hatine kuştin jî duh PKKyîyek hatiye kuştin  û di operasyonan de  Biksi, Kanas û Keleşkofek, 36 bombeyên destan, 89 muhîmatên roketavêjê, 90 fîşekên sewqê yên roketavêjê, 86 carcûrên vala,  hezar û 380 berikên Biksiyê, 480 berikên Kanasê û 880 berikên Keleşkofê hatine bidestxistin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.