Li Şernexê 13 PKKyî hatin kuştin

Li Şernexê 13 PKKyî hatin kuştin

ŞERNEX - Li Şernexa ku 6 roj in qedexeya derketina derve didome di encama operasyonên ku hatine lidarxistin de 13 PKKyî hatin kuştin.

Hat ragihandin ku Li Şernexê ji dema ku qedexeya derketina derve  destpê kiriye (14ê Adara 2016an pê ve) heta niha 13 PKKyî hatine kuştin.

Di daxuyaniya ku ji teref Serfermandariyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku bi 13 PKKyiyên ku di operasyonan de hatine kuştin re heta niha bi tevahî 28 PKKyî hatine kuştin.

 Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin heta niha bi tevahî 39 teqemenî hatine îmha kirin.

Hat ragihandin ku polêsek ji teref PKKyiyan ve hatiye birîndarkirin. Eskerî rakirine Nexweşxaneya Leşkerî ya Şernexê. Lê di gel midaxaleyan leşker jiyana xwe ji dest daye.

Di navenda bajêr de hêj jî şer didome. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.