Li Şernexê êrîş: 1 mirî, 13 birîndar

Li Şernexê êrîş: 1 mirî, 13 birîndar

ŞERNEX - Li Şernexê êrîş li esker û polêsên ku xwestin di avahiyekê de lêgerînê bikin hat kirin.Di encama êrîşa ku hat kirin de polêsek jiyana xwe ji dest da û 13 kes jî birîndar bûn.

Li Şernexê di çarçoveya operasyonên ku hêj berdewam dikin de esker û polês xwestin di malekê de lêgerînê bikin.Dema ku esker û polês di malê de lêgerînê dikirin teqemeniya ku berî niha di malê de hatibû bicîkirin hat înfîlaqkirin.

Piştî teqînê bi çekên lûle dirêj û bi roketavêjan êrîş li polêsên ku çûbûn alîkariya kesên ku di bin malê de mabûn hat kirin.Di êrîşa ku hat kirin de polêsek jiyana xwe ji dest da û her wiha 13 esker jî birîndar bûn.

Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şernexê û Nexweşxaneya Eskeriyê.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.