Li Sêrtê qedexeya derketina derve hat îlankirin
SÊRT - Walîtiya Sêrtê ragihand ku li 5 cade û hinek kolanan qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Walîtiya Sêrtê ragihand ku ji ber pevçûnên navenda bajêr li 5 cade û hinek kolanan qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Walîtî di derheqê mijarê de daxuaynî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di cadeyên Aydinlar, Cumhuriyet, Şex Zeyneb, Şêx Suleyman, Ahmet Kîganê û di nabeyna kolanên 427, 429 û 652yê de di 15ê Tîrmeha 2016an roja înê ji saet 18.00an pê ve heta emrekî din qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Her wiha hat diyarkirin ku ev qedexe ji bo parastina can û malê gel hatiye îlankirin. Dema ku ev qedexe biqede dê gel di derheqê rakirina qedexetê de were agahdarkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.