Li Sêwasê mînîbusek ket nav gelî: 4 kes mirin, 10 kes birîndar bûn

Li Sêwasê mînîbusek ket nav gelî: 4 kes mirin, 10 kes birîndar bûn

Li navçeya Suşehrî di qezayekê de mînîbusek rêwiyan kete geliyê, di encamê de 4 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku çar ji birîndaran rewşa wan giran e.

Li navçeya Suşehrî ya Sêwasê mînîbusek rêwîyan kontrola xwe winda kir û kete xendeqekê.

Mînîbusa bi plaqeya 58 SG 604, ku şofêrê wê H.A. bû, li herêma gundê Çemê Gemîn Çokrak ê rêya Sêwas-Suşehrî ji rê derket û kete xendekê.

Piştî xeberdayînê, ji herêmê re ekîbên cenderme, AFAD û tenduristiyê hatin şandin.

Di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Tê ragihandin ku çar ji birîndaran rewşa wan giran e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.